Roja 21-22.04.2023 heyeta PAK û TDK-Tevger ku ji Cîgirê serokê giştî Vahît Aba, berdevkê serokê giştî ya PAKê Henifî Tûran û ji rêveberîya TDK-Tevgerê Cano Amedî, Edîp Galîn bi egera pîrozkirina cejna Remezanê serdana Hak-Par û PSKê kirin.
PSKê bi Cîhgirê serokê giştî ya PSKê Hasan Dagtekîn, rêbebir Serhat Amedî, Ahmet Killil, Zikuf Baran pêşwazîya heyeta PAKê û TDK-Tevgerê kirin.
Herdû heyet bi pîrozkirina cejnê re di derbarê helbijartin û rojeva sîyasetê danûstandina kirin. Bi hêvîya hevdîtinan ji hev xatir xwestin.
Dîsa, heman heyt a PAK û TDK-Tevgerê bi minasebeta pîrozkirina cejna Remezanê seredana Hak-Parê kirin.
Heyta PAK û TDK-Tevgerê ji alîyê serokê giştî ya Hak-Parê Duzgun Kaplan, Cîhgirê serokê giştî Cihan Baykara,, Mahsum Çelebî û endamê meclîsê Hanifî Eren ve hatin pêşwazîkirinê. Piştê pîrozkirina cejna Remezanê, di derbarê helbijartinan de danûsitandin û di karên helbijartinê de serkeftinê ji Hak-Parê re xwestin û daxwaz hat kirin ku hevdîtinê wiha berdewam bin.
Di van herdû rojan 21-22.04.2023 de herdû heyetên Hak-Par û PSK yê jî bi heman kesan ji bo pîrozabahîya cejna Remezanê seredana PAKê û TDK-Tevgerê kirin. Herdû heyt jî ji alîyê hema heyetên PAK û TDK-Teveger û endamen herdû alîyan ve hatin pêşwazî kiriê.
Dîsa, heman heyeta PAK û TDK-Tevgerê ji bo pîrozkirina cejna Remezanê serdana Platforma Parastin û hevkarîyê ya Diyarbekirê ku ji Odeya Bazirganî ya Diyarbekirê, Baro ya Diyarbekirê, Yekîtîya Mîmar û Endazyaran ya Diyarbekirê û gelek sazî û dezgehên sivîl ve hatîye damezirandinê kirin. Heyet ji alîyê berpirsên platformê ve hatin pêşwazî kirin. Bi pîrozkirina cejna Remezanê re di derbarê rewşa niha ya Diyarbekirê de axifîn. Piştê sohbetê ji hev xatir xwestin û daxwaz hatkirin ku haya wan ji hev hebe.
Rûpela nû/Diyarbekir