Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hejmareke sazî û rêkxistinên Civaka Sivîl, plaformek bi navê Platforma Parastina Bajêr û Piştgiriyê ava kirin. Îro di konferanseke rojnamevaniyê de platform hate ragihandin.
Li Amedê 81 sazî û rêxistinên civaka sivîl, di nav de Baroya Amedê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê, ÎHD, KESK, TMMOB û Odeya Tebîban a Amedê, avakirina "Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê" ragihandin.
Derbarê platfonê de ku îro Duşemê 19ê Kanûna 2022yan di konferanseke rojnamevaniyê de hat ragihandin Seroka Odeya Pizîşkan a Amedê Elif Turan got ku 81 sazî û rêkxistinên civaka Sivîl piştî civînên demdirêj ên çend mehan, Plaformek bi navê Platforma Parastina Bajêr û Piştgiriyê ava kirin.
Elif Turan got: “Ji bo parastina çand û kultûr û bajarê Amedê, kar û xebata wan berdewam dike û bi riya vê platformê, em dê hewl bidin wan armancên xwe pêk bînin.”
Piştî Turan, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya daxuyanî hevpar a sazî û rêxistinên navborî xwend.
Mehmet kaya amaje bi wê yekê kir ku Amed ku dîroka xwe vedigere 12 hezar salan, bajarekî qedîm e ku mazûvaniya şaristaniyên cuda kiriye û gelek çand hembêz kiriye û got: “Ji bo xwedîlêderketina bajarê di warê parastina dîrok, çand, mîmarî, huner, çavkaniyên aborî û civakî de pêwîstî bi platformeke hevgirtinê heye ku hemû aktorên bajêr ên bi her cure cudahiyê re, bêyî ferqê nêrînên siyasî, nijad, ol, ziman, etnîsîte û zayendî, bîne cem hev. Pirsgirêkên wan nas bikin û çareser bikin. Bi van cudahiyan me biryar da ku ji bo parastina bajarê xwe Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê ava bikin.”
Kaya wiha behsa platformê kir: “Ev platforma ku em dixwazin ava bikin; dê li bajêr hevgirtina xwebexşî seferber bike, pirsgirêkên li bajêr bi aliyên eleqedar ên ji aktorên cihêreng re tesbît bike û bi aqilekî hevpar li ser wan nîqaş bike, lihevhatina di navbera aliyên pêwendîdar de pêk bîne, di navbera gel de kanalên diyalogê ava bike.”
Di daxuyaniyê de armancên Platforma Parastin û Hevgirtinê ya Bajarê Amedê wiha hatin rêzkirin:
-Ji bo misogerkirina jiyanek tendurist û bi kalîte, perwerdehiya bi kalîte, wekheviya zayendî, nûbûn û jiyana bajarî ya domdar bi misogerkirina domdariya pêşketina aborî bi pêkanîna hêmanên civakî û hawîrdorê bi hev re;
-Ji bo pêşxistina têkiliyên civakî û çandî û beşdarkirina di parastina nirxên çandî de;
-Tevkariyê li nêzîkatiya rêveberiyê ya li ser bingeha beşdarbûn, hevrêziya xebatê, pir-aktor û hevkariyên civakî;
- Piştgiriya pêşxistina civaka sivîl û xurtkirina pêwendiya di navbera rêxistinên sivîl û rêveberiyên herêmî û giştî de;
- Beşdarkirina ji bo geşepêdana çanda bajarî û nasnameya bajarî, zêdekirina pabendbûna bi nasnameya bajarî û hişmendiya bajarvaniyê, û misogerkirina wê yekê ku çavkaniyên aborî, civakî û jîngehê yên bajêr bi bandor û dadperwerî werin bikar anîn.
-Dê li dijî her cure xeterî, tehdîd û rewşên neyînî yên ku bajar di çarçoveya fizîkî, hawirdor, civakî û aborî de rûbirû bibin, dê beşdarî têkoşîna koordînekirî û berfireh a gelek dînamîk, aktor û saziyên gelemperiyê yên ku bajêr pêk tînin.”
Rûdaw