Li Amedê qedexe hat ragihandin

Bi hinceta operasyona leşkerî li hinek deverên bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê li 2 gund û pênc mezrayên ser bi bajarokê Licê qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.

Parêzgariya Amedê ragihand, ku li dijî gerîlayên PKKê li navçeyên çiyayî yên Licê operasyona leşkerî dest pê dike.

 

Li gor daxuyaniya parêzgariyê, bi hinceta operasyonê li 2 gund û 5 mezrayên Licê ji saet 06:00ê serê sibeha ‘ro Çarşembiyê ve qedexeya çûn û hatinê hatiye ragihandin.

 

Herwiha di daxuyaniyê de daxwaz ji welatiyan tê kirin, ku ji bo ewlehiya can û malê xwe pêbendê biryarê bin û heta daxuyaniyeke din serdana wan navçeyên qedexekirî nekin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin