Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatiye belavkirin, bi armanca operasyona leşkerî li dijî gerîlayên PKKê, li navenda navçeyên Licê, Hênê, Kocakoy û 10 taxên ser bi wan bajarokan qedexeya çûn û hatinê hatiye ragihandin.
Qedexeya çûn û hatinê li wan navçeyan ji saet 6ê sibehê roja Yekşembiyê destpê kiriye û heta daxuyaniyeke din berdewam dibe.
Li gor agahiyan, berî ragihandina qedexeya çûn û hatinê, operasyona leşkerî li sînorê wan bajarokan destpê kiriye û heta niha derbarê encama operasyonê de ti zanyarî nehatine belavkirin.