Li gor walîyê Diyarbekirê di 4.11.2016ê saet 8:00 de li Cadeya Aydin Arslan nêzî avayîya Tîma Midurîyeta Emnîyetê li navçeya Baglarê a bajêr bi wasiteyeka bombebarkirî teqînekê rûdaye.
Serokwezîrê Tirk Binali Yildirim got; 8 kes jiyana xwe ji dest dane ku ji wan 5 sivil in û 100 kes jî birîndar bûne.
Mercîyên adlî û îdarî qedexeya weşanî danî ser bûyarê.
Hat ragihandin PKK bepirsiyarîya teqînê li xwe girtîye.