Li Amedê tirsa teqîna sonîk

Li Amedê, wexta balafirên şer nizm firiyan û sînorê dengî derbas kir, bûn sebeba dengê teqînan li pey hev û çima ku xelk nehatibû agahdarkirin bûn sebeba tirseke mezin.

Li navçeyên navendî yên Amedê wek Sûr, Rezan, Peyasê vê sibehê li pey hev dengê teqînan hat û gelek kesan li polês û agirkujiyê geriyan û hewl dan ku agahiyek ji wan werbigirin.

Piştî lêpirsîna polêsan derkete holê ku di 8emîn Baregeha Jetan de balafirên ku di nav tedbîqatê de bûn, bi awayekî nizm firiyane ku sînorê dengî derbas kirine teqînên sonîk encam dane. 

Çima ku berê xelk nehate hişyarkirin û agahdarkirin, ev denên sonîk bûn sebeba tirsê bo xelkê Amedê.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin