Li Amedê Tora Ziman û Çandan hat avakirin

Li Dîyarbekirê 45 kesên ji bîr û bawerîyên cuda, Tora Ziman û Çandan ava kirin û bangewazîyek ji raya giştî re belav kir.

Navenda Nûçeyan- Di beşek e bangewazîyê de ku çapek jê ji çapemenîyê re hatîye şandin, hatîye, “Netewesazîya tirk a ku li ser yekperestîyê ava bûye ji bilî ziman û çanda tirkan ji çand û zimanên din ra mafê jîyanê nahêle. Bi vê polîtîkayê dixwazin rasteqînîya welat û miletê kurd bi pişaftinê çand û zimanê kurdî ji holê rakin.” gotin

Bangewazîya Tora Ziman û Çandan:

Ji çapemenî û raya giştî ra

Roja 23.11.2019an bi beşdarî û piştgirîya 45 kesên ji bîr û bawerîyên cuda li Amedê komxebata pêşîn a avakirina Tora Ziman û Çandan pêk hat. Di civînê da biryara berfirehkirina Tora Ziman û Çandan  û  pêkanîna komxebateka berfirehtir hat girtin. Ji bo birêvebirina xebatan û amadekarîya komcivîna berfireh sekreteryayeka ji 7 kesan pêk tê, hat hilbijartin. 45 kesên ku navên wan li jêr in jî vê daxuyanîyê radigihînin û wek desteya şêwrê ya Tora Ziman û Çandan wê xebatê bidomînin.

Netewesazîya tirk a ku li ser yekperestîyê ava bûye ji bilî ziman û çanda tirkan ji çand û zimanên din ra mafê jîyanê nahêle. Bi vê polîtîkayê dixwazin rasteqînîya welat û miletê kurd bi pişaftinê çand û zimanê kurdî ji holê rakin.

Qonaxa dawîn a polîtîkayên bişaftinê di hişmendîya civaka kurd a parastin, geşkirina ziman û çanda kurdî da qelsîyek pêk anîye. Civak hêdî hêdî ji ziman û çanda xwe bi dûr dikeve. Malbat, zarokên xwe hînî zimanê xwe nakin û ev yek jî xetereya li ser tunebûna zimên zêdetir dike.  

Li hemberî vê plansazîya bişaftinê, pêdivî bi plansazîyeka parastin, geşkirina ziman û çandan, amadekirina nexşeyerêyeka zimanî û çandî û meşandina xebateka hevpar heye. Li ser vî esasî em kesên ku wekî avakarên Tora Ziman û Çandan di vê komxebatê da cih digirin, van daxwazên xwe arasteyî raya giştî, kes û sazîyên têkildar dikin:

  • Em wekî beşdarên vê komxebatê radigihînin ku vê polîtîkaya yekperest qebûl nakin û em ê li dijî vê aqlîyetê bi rê û rêbazên demokratîk û rewa xebatê bikin.
  • Em dixwazin kurdî û zimanên li Kurdistanê (siryanî, ermenkî, erebî û hwd.) wek fermî bên naskirin û bibin zimanên perwerdehîyê.
  • Em bangî civaka kurd dikin da ku li ziman û çanda xwe xwedî derkeve, zarokên xwe bi zimanê dayikê perwerde bike û beşdarî xebatên parastin û geşkirina ziman û çanda xwe bibe.
  • Em bangî sazîyên navneteweyî dikin da ku li hemberî zimankujî, çandkujîyê nerazîbûna xwe nîşan bidin, piştgirîya xebatên parastin û geşkirina ziman û çandên qedîm ên vê erdnîgarîyê bikin.
  • Em bangî partîyên sîyasî dikin da ku ew xebatên xwe yên sîyasî bi kurdî bikin, ji bo parastin û geşkirina ziman û çandan, xwedî bernameyeke zelal bin û li gorî wê bernameyê xebatan bikin.
  • Ji bo parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî, pêwîstî bi avakirina yekîtîya neteweyî heye. Xebatên ziman, çand û yekîtîya neteweyî dê hêzê bidin hevûdin.
  • Em bangî hemû kes û sazîyên ku di warê çand û ziman da ked dane dikin ku beşdarî vê xebatê bibin da ku em bikarin bernameyeka xurt a parastin, geşkirina ziman û çanda xwe derxin û li gorî vê bernameyê xebateka domdar bimeşînin.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne