Li Amedê zilamek hevjîna xwe ya berê kêr kir

Zilamê bi navê Mûrat Ç. ku 3 caran derbarê wî de biryara dûrxistinê hatiye dayîn û 8 giliyên wî hene, hevjîna xwe ya berê ya kedkara tenduristiyê, li nexweşxaneya ku lê dixebitî, kêr kir.

Zilamê bi navê Mûrat Ç. ku 3 caran derbarê wî de biryara dûrxistinê hatiye dayîn û 8 giliyên wî hene, li nexweşxaneyeke taybet a li Amedê, hevjîna xwe ya berê Esengul Y. kedkara tenduristiyê ye, kêr kir û hewl da wê bikuje. Kedkara tenduristiyê Esengul Y. piştî kêrkirinê, ji aliyê hevalên xwe ve hat tedawîkirin.  

Hat hînbûn ku Esengul Y. Dayika 4 zarokan e û hevjînê wê yê berê Mûrat Ç. demeke dirêj e gef lê dixwe. Esengul Y. gefên li ser xwe temûl nake û rewşê ji polisan re radigihîne. Esengul Y. derbarê Mûrat Ç. de biryara dûrxistinê derdixe. Dema ku Mûrat Ç. vê biryarê hîn dike, gefên xwe yên li ser Esengul Y. zêdetir dike û jê re peyaman dişîne. 

 Herî dawî Mûrat Ç. diçe nexweşxaneya ku Esengul Y. lê dixebite û we kêr dike. Esengul Y. ji aliyê hevalên xwe yên kedkarên tenduristiyê ve tê tedawîkirin. Êrîşkar Mûrat Ç. jî ji cihê bûyerê direve û şopa xwe dide windakirin. Hat hînbûn ku rewşa Esengul Y. baş e.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne