Li Amêdiyê ji ber bombebarana Tirkiyê sê welatiyan canê xwe ji dest dan  

.

Li navçeya Amêdî ya Duhokê piştî 10 roj wendabûna 3 welatiyan eşkere bû ku ew di encama bombebarana firokeyên Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.


Ev deh roj bûn sê welatiyên xelkê Dêrelûkê bi navê Muhsîn Spêrî, Hesen Sadiq û Sefer Sînî bêserûşûn bûn.

Biraziyê yek ji qurbaniyan, Cîhad Nûrî ji Rûdawê re derbarê bûyerê de ragihand ku pêştir 10 rojan mamê wî û du kesên din li Dêrelûkê çûbûn gundê xwe li devere Nêrwerêkanê û piştre bêserûşûn bibûn û got: “Îro çend kes çûne wê navçeyê û hat zanîn ku li Gundê Zêweyê ji ber bombebarana firokeyên Tirkiyê şehîd bûne.”

Ew sê kesên hatine kuştin temenê wan di navbera 55 heta 65 saliyê de bûn û hersê jî xelkê Dêrelûkê bûn.

Ew gund çend sal bûn ji ber şer û aloziyan hatibû valakirin û tenê rez û bostanên xelkê deverê li wê derê hene.

Berpirsê Şaxa 18 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ebdullah Omer jî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got: “Ew kesên ku çûbûn terman bibînin  bi telefonê ji me re gotin ku ew di encama bombebaranên Tirkiyê de hatine kuştin.”

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne