Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'

.

Keça Kurd Heşû Hevala 24 salî ya ku li Îngilistanê dijî, serkeftineke mezin tomar kir û li asmanan difire.

Heşû Heval bi bidestxistina lîsansa taybet a pilotiyê bû pilota balafirên mezin ên rêwiyên cureya Boeingê û di nava salekê de firiya nêzîkî 45 welatan.

Serpêhatiya pilotiya Heşû Hevalê beriya çar salan dest pê kir.

Niha ew di yek ji mezintirîn kompanyayên hewayî yên Ewropayê Ryanair de xwedî ezmûna 400 saetî ya firînê ye.

Pilota ciwan got, "Ez wekî keçeke Kurd bi pilotbûna xwe gelekî serbilind im.

Dema li balafirgehan eslê min dipirsin, ez bi serbilindî dibêjim ku ez Kurd im.

Piraniya kesan şaş dimînin ku li Îngilistanê piloteke Kurd heye."

Pîlota Kurd Heşû Heval li nav balafirê/Wêne:Rûdaw

Xeyala pilotiyê di 18 saliya wê de dest pê kir

Xeyala pilotiyê ya Heşûyê dema ku piloteke jin a ciwan bi mêvanî hatibû lîseya wê, di 18 saliya wê de geş bû.

Ev kes a ku wê demê di 24 saliya xwe de bû û pilota jin a herî ciwan a Îngilistanê bû, bû çavkaniya îlhamê ji bo Heşûyê.

Heşû Hevalê ji Rûdawê re got, "Dema min ew dît, xwesteka min a pilotiyê hîn zêdetir bû.

Min li ser înternetê lêkolîn li ser pilotiyê kir û min biryar da ku vî karî hilbijêrim.

Bavê min piştgiriyeke mezin da min, dêya min carinan nîgeran dibû lê her du jî tim cesareta min zêde kir."

Heşû sala 2021ê li Akademiya EFTAY Globalê li Brightonê dest bi perwerdehiya pilotiyê kir û 3 salan li wir perwerde dît.

Paşê li bajarê Borgoosiyê yê Spanyayê li Akademiya Hewayî ya Fly By School di nava şeş mehan de perwerdeyeke kûr û çalakiyan qedand û lîsansa xwe bi dest xist.

Li Spanyayê pêşniyara mamostetiyê lê hat kirin lê bi piştgiriya malbata xwe ji bo ku bibe pilota balafirên mezin ên rêwiyan vegeriya Îngilistanê.

Pîlota Kurd li ber balafirê/ Wêne: Rûdaw

Wekî pilota Boeingê li asmanan

Piştî ku vegeriya Îngilistanê, Heşu derfeta xebatê bi Ryanairê re bi dest xist û piştî perwerdeya Boeingê ya sê mehan bû pilota modelên Boeing 737-800 û 737-8200.

Ev balafir xwedî kapasîteya nêzîkî 200 rêwiyan in.

Heşûyê heta niha li 45 welatên Ewropa û Bakurê Afrîkayê firokevanî kiriye.

Heşu Hevalê got, "Em li her welatî dadikevin gelek balafirgehan, ji ber vê yekê hejmara balafirgehên ku min serdana wan kiriye ji du qatan zêdetirî hejmara welatên ku ez firiyame."

Bi derbasbûna astengiyan gihîşte serkeftinê

Heşûyê teqez kir ku Kurdbûn û jinbûna wê tu carî nebûne asteng ji bo gihîştina xeyalên wê.

Lê belê ev rêwîtî ne bê zehmetî bû. Dema ku dibistana li Îngilistanê ya ku lê xwendibû ji ber pirsgirêkên darayî hat girtin, Heşû neçar ma perwerdeya xwe li Spanyayê bidomîne.

Di vê demê de ku dûrî malbata xwe derbas kir, bi îsrarê gihîşt armanca xwe.

Zehmetiyeke din jî pêvajoya Brexitê bû. Derketina Îngilistanê ji Yekîtiya Ewropayê pêvajoyên lîsansa pilotiyê tevlihev kirin.

Heşû neçar ma 14 ezmûnên teorîk du caran derbas bike da ku hem lîsansa pilotiyê ya Îngilistanê hem jî ya Yekîtiya Ewropayê bi dest bixe.

Pilota ciwan got, "Ev pêvajo zehmet bû lê sebir û dîsîplîn da hînkirin."

Pîlota Kurd Heşû Heval li kokpîtê/Wêne: Rûdaw

Bi Kurdbûna xwe serbilind e

Heşû sala 2000î li Londonê ji dayik bûye û dikare bi awayekî zelal bi Kurdî biaxive, bixwîne û binivîse.

Malbata wê sala 1996an ji navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê çûye Îngilistanê.

Heşûyê diyar kir ew ji zaroktiya xwe ve ji ber ku malbata wê bi Kurdî diaxive ew jî girêdayî zimanê xwe mezin bûye û got:

"Dêya min û bavê min tenê destûr dida ku em li malê bi Kurdî biaxivin.

Ez li mizgeftê di dersên Quranê de hîn bûm ku ez bi Kurdî binivîsim."

Heşu, bi malbata xwe çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye û serdana dawî beriya şeş salan bû.

Kompanyaya hewayî ya ku tê de dixebite nafire Kurdistanê lê pilota ciwan got:

"Ez gelekî dixwazim rojekê wekî pilot vegerim Kurdistanê û di kompanyayeke hewayî ya Kurdan de bixebitim."

Îlhamê dide ciwanan

Heşû ji ciwanên ku dixwaze bibin pilot ev şîret kirin:

"Guh medin gotinên kesên ku dibêjin 'Tu jin î, tu Kurd î, tu nikarî bikî'. Ji bo xeyalên xwe bixebitin.

Kurdbûn nayê wateya ku em ji miletên din cuda ne yan jî kêm şiyan in. Berevajiyê vê, em dikarin tiştên baştir bikin."

Heşû li gel pilotiyê perwerdeya xwe ya di warê ewlehiya sîberî de ya li zanîngehekê Londonê jî didomîne.

Pilota ciwan a ku dikare kar û xwendina xwe bi hev re bibe wiha got, "Ez dixwazim ciwaniya xwe bi fêrbûna tiştên cuda re nirxdar bikim."

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Jan Îlhan Kizilhan: Jenosîd bi rêya nexweşiyên derûnî derbasî nifşên nû jî dibe