Li ATV axaftina Kurdî hat sansurkirin

.

 Di televîzyona ATV ya Tirkiyê de axaftina mêvaneke bernameyê ya bi Kurdî hat sansurkirin.

Di bernameya magazinê ya bi navê “Esra Erol” a televîzyona ATV de ku naveroka wê pirsgirêkên malbatî ye, keçeke Kurd a bi navê Gulay, ku ji mala xwe reviyabû bû mêvanê bernameyê.

Dayik û bavê Gulayê jî ji bo dîtina wê hatin bernameyê, lê ji ber ku dayika wê Besime bi Tirkî nizanibû, bi keça xwe Gulay re bi Kurdî axifî û jê re got: “Kutkê te hene. Qurbana te me. Keçika min."

Axaftinên Besime yên Kurdî piştî destpêkê ji aliyê televîzyonê ve hatin birîn. Bêjera bernameyê Esra Erol ji malbatê xwest, ku gotinên hatin gotin fêm bike. Piştre Gulayê axaftina dayika xwe wergera Tirkî kir.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn