Li bajarê Kopenhaginê pîrozkirina yekemîn salvegera damezrandina PWKyê

.

Roja 15.09.2024ê, li bajarê Kopenhagin a paytextê Danîmarkayê, bi minasebeta yekemîn salvegera damezrandina Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi amadekarîya Rêxistina Danîmarkayê ya PWKyê, bi brîfîng û resepsîyonekê yeksalîya PWKyê hate pîroz kirin.


Di destpêka pîrozbahîyê de, endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mîrza Akar bixêrhatina beşdaran kir û paşê  di derbarê bername, armanc û sîyaseta PWKyê de, brîfîngek da.


Piştê brîfîngê Mîrza Akar bersiva pirsên beşdaran da.


Nûnerên Hizba Demokrat a Kurdistanê-Îran (HDK-Î), Partîya Pêşverû ya Demokrat a Kurd- Sûrîye (PPDKS), PSK û HAK-PARê beşdarî pîrozbahîya yeksalîya PWKyê bûn û  peyamên xwe yên bi xwe pêşkêş kirin. 
Herweha rêvebir, endam û alîgirên PWKyê yên li Kopenhaginê û hinek rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd beşdarî pîrozbahîya yeksalîya PWKyê bûn.


Brîfîng bi awayekî berfireh û kêfxweşî derbas bû. Piştê brîfîngê resepsîyoneke bi xwarin, vexwarin, sohbet û wênekêşîyan heta dawîya saeta xwe domand.


Pîrozbahîya yeksalîya PWKê bi kêfxweşî, dilxweşî û memnunîya beşdaran bi van şîarên li jêr bi dawî hat.


Bijî xebat û têkoşîna me ya ji bo mafê çarenivîsa miletê kurd û Kurdistanê!


Yeksalîya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Pîroz be!


Bijî Partîya Welatparêzên Kurdistanê!


15.09.2024


Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn