Li bajarê Rihayê baraneke bihêz barî û lehî rabû

.

 Li Rihayê ji ber barana bihêz, lehî rabû û av derbasî nava Nexweşxaneya Hikûmî ya Rihayê û hejmareke mezin mal û avahiyan bû. Parêzgeha Rihayê jî ji bo dibistanan betlane ragihand.

Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê baraneke bihêz barî û lehî rabû. Di encama lehiyê de Nexweşxaneya Hikûmî ya Rihayê jî di bin avê de ma.

Parêzgarê Rihayê Salih Ayhan got, jûra çavdêriya hûr a nexweşxaneyê di bin avê de maye, lê tîmên wan di zûtirîn dem de xwe gihandine nexweşxaneyê û nexweşxane ji ava baran paqij kirine. Da zanîn jî, 25 nexweş ji nexweşxaneyê hatine derxistin û bo nexweşxaneyên din hatine vegûhestin.

Parêzgarê Rihayê hişyarî jî da û got, ew pêşbînî dikin ku îro jî baraneke bihêz bibare û divê welatî ji her egereke neyînî re amade bin.

Her wiha Parêzgeha Rihayê îro ji bo dibistanan betlane jî ragihand.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye