Li bajarê Sinê dinavbera xelk û hêzên rejîmê de şer û pevçûn derket

.

Li bajarê “Sinê” serê sibê bi sedema polompkirina dukanên welatiyan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, li şeqamên “Firdûsî, Sîrûs û bazara Tanakora”yê di navbera xelk û hêzên rejîmê şer û pevçûn derket.

Hêzên rejîmê bi sedema beşdarîkirina xelkê di 3`ê rojên mangirtinên seranserî de dukanê wan polompkirine, û bi gaza rohndikrêj û guleyên saçimeyî êrîşî ser wan kirin.

Herwisa li bajarê “Rewanser”ê yê girêdayî bajarê “Kirmaşan”ê jî, dukanên welatiyan hatine polompkirin û welatiyên wî bajarî li hember îdareya Fermandariyê kombûn û daxwazkirin daku dukanên wan bên vekirin.

Nûçe: Kurdistan Media


Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn