Li bajaroka Babê ya jêr kontrola Tirkiyê teqîneke dijwar: Herî kêm 50 kuştî û birîndar...

Li bajaroka Babê ya jêr kontrola Tirkiyê teqîneke dijwar: Herî kêm 50 kuştî û birîndar...

Hat ragihandin ku di encama teqînekê de, li bajaroka Babê ya dikeve rojhilatê Helebê, zêdetirî 50 kes hatin kuştin û birîndar kirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku otombîleke bombelêkirî li bajaroka Babê ya di destê Tirkiye û çekdarên opozîsyona Sûriyê de teqiya.

Di encama teqînê de 14 kes hatin kuştin û bi qasî 40 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên herêmê, ji ber birînên gelek birîndaran giran in, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.

Hêjayî gotinê ye, li herêmên jêr kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar gelek caran teqînên bi vî rengî rû didin ku rewşa ewlehiyê li wan deveran gelekî xirab e.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes