Dezgeha Statîstîkan a Tirkîyeyê reqemên sala 2016an a nifûsa Tirkîyê bi giştî û ya wîlayetan yek bi yek dîyar kir. Me jî nifûsa bajarên ku li ser Kurdistanê ne, hesiband û di encamê de nifûsa bakurê Kurdistanê 16 181 535 (şazdeh milyon û heştê û sê hezar û du sed) e . Divê neyê ji bîrkirin ku nifûsa kurdên li Îstanbul, Îzmîr, Anqere, Konya û bajarên din ên Tirkîyeyê li ser Kurdistanê nehatîye hesibandin.
Hejmara jin û mêran çi bigire wek hev e. Nifûsa Kurdistanê li gor Tirkîyeyê ciwantir e. Li gor yekûna Tirkîyeyê û Kurdistanê bi navincî temenê (emr) nifûsê 31,4 e û ev reqem li Kurdistanê gelek nizmtir e, wek li Ruha û Şirnexê navincîya temenê xelkê 19,5 li Agirîyê 20,5 û li Sêrtê 20,8 e.
Li bakurê Kurdistanê li gor erdê xwe nifûsa herî zêde Dîlok (Entab) e, li Dîlokê serê her kîlometre kareyê 290 kes dikeve, li Dêrsimê jî serê her km2ê 11 kes dikeve.
Li gor statîstîka 2016an nifûsa bajarên Kurdistanê wek li jêrê ye. Reqema di nav neynokê de miqayeseya wê li ser sedî, bi sala berê re ye.
Dêrsim: 81.193 (-4,51)
Ardaxan 98.335 (-0,93)
Kilîs 130.825 (0,13)
Îdir 192.785 (0,18)
Erzingan 226.032 (1,39)
Hekarî 267.813 (-3,93)
Çewlîg 269.560 (0,88)
Qers 289.786 (-0,98)
Sêrt 322.664 (0,72)
Bedlîs 341225 (0,22)
Mûş 406.501 (0,54)
Şirnex 483.788 (-1,30)
Agirî 542.255 (-0,90)
Batman 576.899 (1,81)
Elezîz 578.789 (0,78)
Samsûr 610.484 (1,27)
Sêwas 621.224 (0,42)
Erzurim 762.021 (-0,03)
Meletye 781.305 (1,08)
Mêrdîn 796.237 (-0,04)
Wan 1.100.190 (0,34)
Meraş 1.112.634 (1,46)
Amed 1.673.119 (1,14)
Ruha 1.940.627 (2.55)
Dîlok 1.974.244) (2,19)