Diyarbekirê ji aliyê Platforma Kedkarên Tendirustiyê û Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî ve daxuyaniyeke hevpar hate dayîn. Di daxuyaniyê de bang li dewletê hat kirin ku bi zimanê zikmakî xizmetên ciavkî werin pêşkêşkirin.
Bi boneya 16ê Adarê Roja Ximzetên Civakî Ya Cîhanî li Diyarbekirê li ber Gerînendehiya Malbat û Polîtîkayên Civakî saziyên sivîl hatin cem hev. Di vê çarçoveyê de ji aliyê Platforma Kedkarên Tendirustiyê û Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî ve daxuyaniyeke hevpar hate dayîn. Saziyên sivîl bang kirin ku nayê qebulkirin mirov ji mafê wergirtina xizmeta bi zimanê zikmakî werin bêparkirin. Hevserokê Platforma Kedkarên Tendirustiyê Şiyar Guldîken anî zimên ku rewşa heyî binpêkirina mafên mirovan e.
Hevserokê Platfroma Kedkarên Tendirustiyê Şiyar Guldîken ji K24ê re got: "Dema ku mirov bi zimanê zikmakî xizmetê bistînin, ne tenê bi fîzîkî bi dêrunî jî xwe baştir hîs dikin. Dema ku mirov dibînin yên xizmetê didin bi zimanê wan bi wan re diaxifin wê demê bawer dikin ku dê pirsgirêka wan jî çareser bibe."
Piştî ku lîsteya zimanên ku di ximzetên civakî de tên bikaranîn hat ragihandin û hat dîtin ku tê de zimanê Kurdî nîne ev yek raşi bertekan hat û saziyên sivîl daxwaz dikin ku di xizmetên civakî de zimanê Kurdî jî cijh bigire. Rêveberê Komeleya Xizmetên Civakî Mustafa Aladag amaje kir ku ew di dema kar de li qadê jî dibînin ku daxwazek xurt a civakê bo zimanê Kurdî heye.
Rêveberê Komeleya Xizmetên Civakî Mustafa Aladag dibêje: "Xweîfadekirina bi zikmakî rewşeke gelek girîng e. Dema em bi zimanê civakê xizmetê bidine wan kare me jî baştir dimeşe, xizmeta bi zimanê zikmakî were dayîn dikare bibandortir bibe. Daxwaza xelkê jî ew e ku em bi zimanê wan xizmetê pêşkêş bikin."
Nûnerên saziyên sivîl daxwaz ji rayedarên dewletê kirin ji bo ku bikaribin baştir ximzeta civatê bikin divê bi zimanê civakê ximzetê pêşkêş bikin û ji bo vê yekê jî bi awayeke fermî û yasayî şert û merc werin amadekirin da ku ev xizmet jî bi awayeke rêkûpêk were dayîn.