Dezgeha mafên mirovan a Hengaw ragihand, îro danê sibê li zozana Malte ya bajarê Bane, pasdarên Îranê êrişî komek kolber kirin.
Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de kolberek hat kuştin û 2 kolber jî birîndar bûn.
Navê kolberê ku hatiye kuştin, Hadî Selîmî û 30 salî bûye. Yên din jî heta niha navên wan nehatine zanîn.