Li Bane kolberek ji alîyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji alîyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Navenda Nûçeyan - Malpera Hengaw ragihandîye, îro danê sibê li devera sînorî ya Hengejale ya bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê komek kolberên kurd dan ber guleyan.

Li gorî agahîyan, di wê êrişê de kolberekî kurd bi navê Seywan Şerîfî (23 salî) hat kuştin.

Seywan Şerîfî xelkê gundê Qulîawa yê bajarokê Bane bûye.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e