Hêza Rojhilatî ya bi navê “Teyrên Zagrosê”, ku nêzîkî PDKÎ ne, ragihandiye, çend roj berê pêşmergeyên wan li zozana Xêlereş li nêzîkî bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, li tîmeke pasdarên Îranê dane.
Li gorî agahiyên Teyrên Zagrosê, di encama wê êrişê de herî kêm pasdarek hatiye kuştin û 2 pasdar jî birîndar bûne. Navê pasdarê ku hatiye kuştin, Arman Fexrî û yên birîndar jî Loqman Xeyalî û Menşû hatine ragihandin.