Van rojên dawîn tê çavdêrîkirin hatûçûna di navbera partiyên siyasî de zêde bûye. Ev zêdebûna gotûbêjan di nav aliyên siyasî de divêtiya hilbijartinan tîne bîra mirov. Gelo Li Kurdistanê hilbijartin e?
Li gor agahiyên Basnewsê Komisyona Hilbijartin û rapirsiyan a Kurdistanê bi fermî daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê û parlamentoyê kiriye ku roja hilbijartinan destnîşan bikin.
Parlamena Kurdistanê Awaz Efendî jî ragihandiye, hikûmet û parlamento piştî gotûbêjan dê di demek nêzîk de roja hilbijartinan destnîşan bikin.
Weke tê zanîn vê 1ê Mijdarê hilbijartina Herêma Kurdistanê bihata kirin lê piştî êrîşî li ser Kerkûk û herêmên nakok û şert û mercên awarte hatibû ragihandin hilbijartin hate taloxkirin.