Daxuyaniya nivîskî ya Akademiya Kurdî li Stockholmê weha ye:
Divê siyasetmendarên Başûr li ser rastiyên heyî bisekinin û hurmetê nîşanî dijberên siyasî yên rastgot bidin. Divê rêberên doza kurd dev nîqaşên ku nakokî zêde dikin, berbidin û li ser rastiyan bisekinin. Ax û ax! Xiyaneta Kerkûkê û firotina axa Kurdistanê nayê jibîrkirin. Dîroka windaker a windabûna bihuşta me ye. Bi têkçûna Saddam re îlankirina serxwebûna Kurdistanê gengaz bû û mercên wê jî hebûn. Ev îmkan û keys jibo PDK û YNK´ê hebûn, lê bû dîrokeka windaker û windabûna wê, windabûna bihuşta me bixwe ye. Pêşmergeyên PDK û YNK´ê yên birîndar jibo axa xwe canên xwe ji destdan. Girîng e ku mirov bi awayekî aktîf li xeletiyên xwe di serokatiya xwe de bi çavekî rexnegir binirxîne û kêmasiyên xwe bibîne. Xiyaneta Kerkûkê û firotina axa Kurdistanê nayê jibîrkirin heta bi heta. Kurdino! Tu carî xwe winda nekin jibo ku bi dijminên xwe re li hev bikin.
Akademiya Kurdî li Swêdê dixwaze siyasetmedarên kurd li ser rastiyan rawestin û di nîqaşên siyasî de rêzê li hev bigirin. Bi gotineka din Akademîsyenên kurd dixwazin siyasetmedarên kurd di nîqaşên siyasî de li ser rastiyan tevbigerin û hurmetê bidin hevûdu da ku ew bikaribin biserbikevin. Siyasetmendar ji hev re rêzê bigirin û pêşniyarên siyasî li ser bingeha rastiyan bigihîjin hevûdu. Bê guman pir baş e ku wezîrên akademîsyen, doktor, profesor, mamoste û xwenda hebin da ku ew rolên xwe zanistî bileyizin. Lê pir girîng e ku em ji bîr nekin ku siyaset ji akademiyê cûda ye. Digel vê yekê jî siyaset bi mirovên xwenda re binaveroktir dibe. Kapasîteya mirov tune be, mirov bixwe tune ye û mirov nikare biryareka rast bide.
Herçendî zanîngehên Herêma Kurdistanê kar baş kiribin jî, zanîngehên Başûr reftara îdeolojîk û siyasî ne. Ev rastiya tehl e.
Me li jorê got. Li Başûrê Kurdistanê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê pêktên. Ya herî girîng parastina statûya axa Herêma Kurdistanê ya heyî ye. Nêçîrvan BARZANî di axaftineka xwe de got: ”PDK tê wateya parastina axa Kurdistanê ye”. Yek ji hêjahiyên Nêçîrvan BARZANî, kapasîteya wî ya hunera navneteweyî û ji aliyê din ve ew hemû mafên Mesîh/Xaçparêz û kêmneteweyên Kurdistanê wek mafê xwe diparêze. Di qata navneteweyî de jî xwedî kapasîteya herî baş e. Herêma Kurdistanê ji Irak, îran, Sûriye û Tirkiyê zêdetir mafên kêmneteweyên xwe diparêze û ji lewre jî, ji holê rakirina 11 kursiyên parlementoya Kurdistanê biryareka çewt û siyasî ye. Mixabin biryara Dadgeh Federal a Iraqê ku ji aliyê YNK´ê hate tomarkirin wek pirsgirêk tê şirovekirin... Xwezî PDK û YNK li hev bikin û kursiyan di nav xwe de parve bikin. Digel 5 kursiyên kota, 100 kursiyên Herêma Kurdistanê hene. 95 kursiyên normal yên hemû partî û aliyên siyasî ne. Heke Mam Celal Talabanî li jîyanê bûye, dê rê neda axfiroş, kurdfiroş û xwefiroşan. Malbata BARZANÎ li dijî teslîmiyetê ye. Heta BARZANÎyek hebe dê axa Kurdistanê jî hebe. Zimanê ku îro serokê YNK´ê Kurdistanê dipeyve, pir tûj e, wek kêra tûj e.
Divê Hikumeta Herêma Kurdistanê û aqilmendên wê întîsiyatîfên xwe yên qanûnî jibo xurtkirina xebatên akademîk bikar bînin. Jibo ku akademisyen bi tevahî berpirsyarên xwe bi cih bînin, divê azadiya wan hebe. Divê Hikumeta Herêma Kurdistanê parastina xebatên akademîk bike û zêde guh bide akademisyenan. Beriya hilbijartinên Parlemontoya Herêma Kurdistanê, divê rojnamevan li ser xebata akademîk û azadiya akademisyenan binivîsin. Ji hemû aliyan ve Kurdistan hatiye îdeolojîkkirin û taybetî ji aliyê PKK û projeya kûr a dewleta tirk ve. Li gorî perspektîfa navneteweyî Kurdistan ne xwediyê xwediyê azadiya akademîk a baş e, lê dîsan jî ji welatên cîran çêtir e. Divê mamoste, lêkolîner û xwendekarên doktorayê di heyama hilbijartinê de li ser girîngiya rola azadiya akademîk a akademisyenan rabiwestin û nîqaş bikin da ku mijar bikeve rojeva Başûrê Kurdistanê.
Dema ku Akademiya Kurdî behsa azadiya akademîk dike û dibêje: Medya çi rol dilîze? Ma gelo Medyaya serbixwe, bixwe ve girêdayî, otonom heye? Hin partiyên kurd û îdeolojiyên wan xebatên akademîk difetisînin, ew hewl didin ku zanîngehên xwe bêalî (neutral) bikar bînin jibo xwe. Dengê rexnegiriya akademisyenan, ji her demê girîngtir û pêwîstir e. Piraniya xwendekarên kurd li zanîngeh û xwendegehên bilind bi çanda bêdengiyê ve dijîn. Civateka bêdeng, pirsgirêka demokrasiyê ye û dema ku ev pirsgirêk di nav zanîngeh û xwendegehên bilind de hebe ne baş e. Dewleteka serbixwe yan jî Federal hêrêma erdnîgariyeka hevpar be, lewre divê welatê kurdan xwediyê hikumeteka hevpar be.
Akademiya Kurdî li Stockholmê
Serokê Akademiya Kurdî
Maruf YILMAZ Dr. lêkolîner, mamoste û zimanzan