Li Batmanê 7 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li navçeva Kercewsê ya Batmanê bombek bi hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve teqiya û di encamê de 7 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ji ber teqîna bomebeyekê ku ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatibû çandin, 4 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê piştî teqînê, li herêma ku bûyerê lê çêbûye, dest bi operasyoneke berfireh kirine.

Ji aliyê din ve cenazeyê Umît Acar ê li Almanya ji ber şermezarkirina serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Almanya û tecrîdkirina Abdullah Ocalan xwe şewitandî anîn navçeya Hezo ya Batmanê. Parêzgeha Batmanê bi hinceta “Têketina kesên bêeleqe ya navçeyê” qedexe kiriye.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin