Şeva borî li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê ji ber ketina brûskê bi sedan donim zevîyên genim û ceh şewitîn.
Li Batmanê şeva borî ji ber barîna baranê û bahozê elektrîka bajêr qût bû û heta lambeyên trafîkê jî nexebitîn.
Her wiha li dorûbera devera bajarê Batmanê ji ber ketina brûskê bi sedan donim genim û cehê cotkaran şewitî.
Piştî ketina brûskê bi bandora bayê zêde û bahozê agir belav bû û genim û cehê cotkaran şewîtî ku agir encex di nav du saetan de hatîye vemirandin.