Civîn bi beşdarîya Namzetê serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M.Feyyaz EKMEN, serokê Şaxa Batmanê yê PAKê Azîz OzdemÎr û rêvebiriya PAKê ya şaxa Batmanê û ekîba xebata hilbjartinê pêk hat.
Di civînê de li ser vasitayên propagandayê yên teknîkî ,stratejîya sîyasî û rêxistinî ,îmkanên bi erênî û neyînî , dananasîna daxwazên neteweyî û demokratîk, piralî bikaranîna medyayê û rojnameyên herêmî, zîyaretên rêxistinên sivîl, propagandaya di kargehan de û hwd kûr û dûr hat axaftin.
Di encamê de bi yekdengî hat pejirandin ku xebata Partiya Azadîya Kurdistanê ji îro pê de bi şeweyeke nûjen û rexnegir di nav her cureyên civakê de were berdewamkirin.
Bi xebata ku hatiye kiri, di civaka Batmanê de ciyê xwe girtiye. Wezîfeya PAKê ya herî sereke, xwedîderketin û pêşvebirina vê berhemê ye.