Doh, li Batmanê, jineke bi navê Cemîle Aydin, li kêleka otomobîlekê bi plakaya 72 EP 155, bi awayekî birîndar hat dîtin.
Cemîleya 39 salî ku wexta ji alîyê welatîyan va, li ber Çemê Batmanê bi awayekî tesadufî hat dîtin, ji serê xwe bi teqeyan birîndarkirî bûye.
Li gor agahîyên Komîsyona Jinan a Baroya Batmanê ji Rûpela Nû/ Çarpel Haberê ra dan, Cemîle Aydin rakirine Nexweşxaneya Bolgeyê ya Batmanê û di bin çavdêrîya bijîşkî da ye û digel ku tawanbarek hebe jî Dozgerî li benda beyanata Cemîle Aydinê ye ku kujer were tespîtkirin.