Li bajarê Bedlîsê bi desteka teşwîqa dewletê bicîhkirina karkeran her diçe zêdetir dibe. Ji sala 2013an heya niha li bajarê Bedlîsê 120 fabrîkle vebûne û ji bo 13 hezar kesî kar peyda bûye.
Veberhêner radigihînin; eger destek dewam bike wê karibin veberhênana xwe zêde bikin û hem zêdetir karkeran bixebitînin. Ji veberhêneran Emirhan Uludil bi rojnamevanan weha ragihandiye:
“Ji ber desteka dewletê ku di sala 2013an de 3 an 4 fabrîke li bajêr hebûn, niha jimara wan gihaye 120 fabrîkan. %95ê van fabrikan ji ber teşwîqê hatin Bedlîsê û fabrika ava kirin. Tekstîlvanan ku hatine vê de rê %95ê wan ji ber teşwîqan hatin Bedlîsê û karê wan li bajarên mezin bûn. Dev ji wan bajaran berdan û hatin vê derê.
Li dora 13 hezar karker dixebitin. Ji 13 hezar xebatkaran %60 ê wan jin in. Nûfûsa bajêr piraniya wan ciwanin…Teşwîqên nûh jî hene. Em berhemên xwe difroşin Amerika, Fransa, Îngîltere û welatên din yên Ewrûpayê. Berhemên başin û kalîta wan zêdeye. Tevî digotin wê hilberîna baş li vê derê nebe jî, niha bi eksa gotina wan e. Eger teşwîqa hebe qeweta me jî zêde dibe.”