Li Bedlîsê di navbera PKK û leşekrên Tirkîyê de şer derket

Li parêzgeha Bedlîsê di navbera PKKê û hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê de şer derket. Wezareta Navxwe ya Tirkîyê dibêje, 3 gerîlayên PKKê di pevçûnan de hatine kuştin.

Navenda Nûçeyan -  Bi biryara Walîtîya Bedlîsê duh li 16 gundên ser bi navenda bajarê Bedlîsê ve qedexeya hatinûçûnê hatibû ragihandin.

Walîtîyê ragihandibû, ku qedexe bi armanca lidarxistina operasyonên leşkerî li dijî PKKê hatîye ragihandin.

Rojek piştî qedexeya li wan gundan, Wezareta Navxwe ya Tirkîyê îro bi daxuyanîyekê aşkere kir, ku li herêmê di navbera hêzên wan û gerîlayên PKKê de şer derketîye.

Li gor daxuyanîyê, di encama şer û pevçûnan de 3 gerîlayên PKKê hatine kuştin.

Hêj PKKê derbarê vê yekê de ti daxuyanîyek nedaye.

Rûdaw

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e