Li Behra Egeyê 29 penaberên ku dixwestin bi rêyên neyasayî biçin Ewropayê hatin desteserkirin.
Li Tirkiyeyî dûrperavên Îzmîrê di belemekî de 29 penaberên ku dixwestin bi rêyên neyasayî ve derbasî Ewropayê bibin, lê Hêzên Ewlekariya Deryayî yên Tirkiyeyê rê li ber wan girtin û ew desteserkirin.
Duh jî li Edîrneyê 241 û Wanê jî 284 penaber hatibûn girtin. Herwiha li Wanê minîbûsekî penaberan wergeriyabû û 17 penaberan canê xwe ji dest dabûn.