Li başûrê rojhilata Îranê li eyaleta Sîstan-Belûcistanê êrîşê erebeyekî artêşa Îrane kirin. Di êrîşê de 3 leşker mirin û 1 leşker jî birîndar bû.
Li gor ragihandina ajansa fermî ya Îranê IRNA yê, li Sîstan-Belûcistanê li navçeya Nikşehrê siet li dora 16.00 ê ji otomobîlekî sîlihan berdane 2 erebeyên artêşa Îranê. Nehat ragihandin bê êrîş ji aliyê kî de hatiye kirin.
Li ser bûyerê artêşa Îranê dest bi operasyonan kir.