Kesayetên ku di Hefsa 5 Nolû ya Dîyarbekirê da rû bi rûyî wê zilm û wahşet bûne, bi daxwaza ''Bila Hefsa 5 Nolû ya Dîyarbekirê Bibe Muzeya Hafizayê'' civîneke çapemenîyê li dar xistin.
Gelek Siyasetmedarên Kurd, rewşenbîr, nûnerên partiyan û nûnerên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn.
Koma Înîsiyatîfa Muzeya Bîranîna Girtîgehê ya Girtîgeha Hejmar 5 a ku xebatên piştî Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê ji Wezareta Dadê hat girtin û ji bo bibe muzexane û radestî Wezareta Çand û Tûrîzmê hat kirin, ji nêz ve şopand. Li ber girtîgehê, Li ser navê Însiyatîfê Rahime Kesici Karakaş bi Tirkî, Nurî Sanir jî bi Kurdî daxuyanî xwend.
JI RAYA GIŞTÎ RA
Welatê Kudateyan (Darbeyan) Tirkîye…
Li Tirkîyeyê leşkeran, bi domandina tradisyona kudateker di 12ê Îlona 1980an da, bi destdanîna ser "rêveberîya sivîl”, kudateyek leşkerî kir.
Di encama vê kudateya leşkerî da, Tirkiye vegerîya zîndanek bê sînor. Bi sed hezaran însan ketin ber lêpirsînê, hatin binçav kirinê, bi hezaran jî hatin girtin.
Bi sedan însan li îşkencexane û zîndanan ji ber îşkence û muameleya xerab mirin – hatin kuştinê, bi hezaran kes seqet man. Bi hezaran însan bi cezayê îdamê hatin darizandin, 50 kes jî hatin îdam kirin.
Girtîgehên Tirkîyeyê vegerîyan qadên sepandinên (tetbîqkirin) taybet, her yek bû navendek îşkenceyê.
Ancax cihek hebû ku ne bi tenê bû navendek besît a îşkenceyan; di heman demê da bû navendek ceribandinên sîyasî-civakî ji bo ji holê rakirina nasnameyên însanan, bû dibistanek asîmîlasyonê ku li ser teslîmgirtina însanan hatîbû avakirin, bû laboratuwarek taybet a bê şexsîyetkirina însanan ku bi şîdetê xurt dibû... Ew der Zîndana Dîyarbekirê ya 5 Nolû bû...
Pêwîstî li virê, bi dubare behskirina Zîndana Dîyarbekirê, 5 Nolûyê tune ye; malûmê herkesê ye: Di lêkolînek ku hatiye kirin da hatîye dîtin ku ev zîndan yek ji "Deh Zîndanên herî xerab ên li ser rûyê dunyayê” ye; bi sepandinên xwe yên taybet û îşkenceyên xwe jî ya herî navdar e...
A ev zîndana 5 Nolûyê ku di jîyana bi hezaran însanan da şop û êşên kûr hiştibû, li gorî biryara hikûmeta niha, di 20ê Çotmeha 2022yan da hat valakirin, ji Wezareta Dadê hat girtin, dewrê Wezareta Kultur û Turîzmê hat kirin. Bi daxuyanîyek jî hat gotin ku "dê zindan bibe muze."
Em wek şahid û mexdûrên serdema vê wehşeta (hovîtîya) ku li 5 Nolûyê, di salên 1980-84an da hatibû jiyîn, dixwazin di biryarên li ser muzebûna zîndanê da muxateb bêne dîtin û di vê pêvajoyê da jî mudaxil bibin.
Bi vê armancê em dibêjin ku pêwîst e weka mînakên dunyayê: Malaterorê ya Macarîstanê, Emna Sor a Silêmanîyê û mînaka Tirkîyeyê ya Sînop-Ulucanlarê, zindana 5 Nolûyê jî bi awayek minasibê eslê xwe ji nû ve bê dizayn kirin; divê dîtin û pêşnîyazê kesên li wê zîndanê mane û wan rojan jîyane mutleqa li ber çavan bên girtin.
Daxwazên me wek mudaxil û muxateb ev in:
1-Bila avahîya zîndanê, bêyî guherîna fizîkî, bibe munasibê rewşa salên 80-84an.
2-Nivîs û wêneyên li ser dîwarê zîndanê li gor atmosfera wan rojan, bi efektên dîtbarî û bihîstbarî bêne şênberkirin.
3-Navê kesên di zîndanê da bi îşkence hatine kuştin, tarîx û cihê mirina wan bi nivîskî bê tesbîtkirin, li cihê wan bên nivîsîn.
4-Di komkirina materyalên muzeyê da, divê Wezareta Dadê û Wezareta Kultur Turîzmê xebatê bi hevkarîya me bimeşînin.
Bi vê munasebetê em carek din ji raya giştî ra, ji parêzvanên heq û huqûqê ra, ji alîgirên aştî û mafê mirovan ra bang dikin ku ji bo zindana 5 Nolûyê bibe Navenda Hafizayê baldar bin, li daxwazên me yên mafdar ên di vê mijarê da xwedî derkevin û piştgirî bikin.
Em ji herkesê ku piştgirî didin van daxwazên me ra, ji hemû kesayet û sazîyan ra spas dikin.
Însîyatîfa Muzeya Hafizayê ya Zîndana 5 Nolûyê
Li aliyê din sazî û kesên beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûne wiha ne:
Endamên PAKê yên AK Partiyê Abdulrahman Kurt, Alaattin Parlak û cîgirê serokê parêzgehê Zekî AKKOÇ, Serokê PSKê Bayram Bozyel û rêveberên navendê, Cîgirên Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Tîmur, Vahit Aba û endamên PAKê, Endamên Lijneya Serokatiya HAK-PARê Mahsun Çelebî, Davut Bilinmiş. Endamên şaxê. Parlamenterê berê yê HDP'ê Altan Tan, rêveberên parêzgehê yên Partiya Dewa Prof. Azîz Yagan, Seroka Odeya Bazirganiyê Nevîn Îl, nûnerên TDK-Tevger û nûnerên DDKD'ê.
Rûpela Nû/ Amed