Li ber UNa li Hewlêrê Kurdistanî wê Îranê protesto bikin

Li Hewlêrê ji her çar perçeyên Kurdistanê gelê me Dewleta Îranê protesto dikin

Li Hewlêrê ji her çar perçeyên Kurdistane partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, kesayet û gelê Kurdistanê roja 12yê îlona 2018an, di saet:10.0an de li Hewlêrê li ber derîyê avahîya Netewên Yekbuyî(UN) Dewleta Îranê protesto dikin û bangî UNê dikin da ku bêdeng nemîne.

Her Kurdistanîyekî li Hewlerê û li Başûre Kurdistanê divê di roja 12yê îlonê de bes Ala Kurdistanê hilgire û biçe ber derîyê UNê.Di vê rojê de bi Ala rengîn protesto kirina Dewleta Îranê wazîfeyeke netewî ye.Ev çalakîya sivîl bi însîyatîf û pêşkêşîya gelê me yê ji Rojhilatê Kurdistanê li dar dikeve.

Cîh: Hewlêr, 100 Metrî, li ber derîyê UNê
Roj :Çarşem,12.09.2018

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!