Ji Partiya CDU ya Merkelê, ji SPD û Partiya KESK û Partiya ÇEP û gelek ji derûdorên Almanyayê elaqeyeke mezin nîşanî vê Newroza îsal dan.
Newroz, bi nûnertiya Eyaleta Niedersachsen Berlînê hate pîrozkirin.
Şahiya Newrozê bi axaftina sekreterê Civata kurd a Almanyayê, Rêzdar Cahit Başar destpê kir.
Başar, bale kişand ser Efrînê û girîngiya Newrozê.
250 kes bi şahiya Newrozê hatibûn vexwendin.
Li Gieesenê jî Newroz hate pîrozkirin!
Li Giessenê kurd û dostên wan 24ê Adarê saet 17.00an li Eywana Şaredariya Bajarê Giessenê Newroza îsal pîroz kir.
Newroza Giessenê bi axaftina Serokê Komeleya Dostaniya Kurd û Alman Murat Karaaslanî destpê kir. Piştî wî, Seroka Şaredariya Bajarê Giessenê Rêzdar Gerda Weigel-Greilich Xanim axivî.
Piştî wê, Berdevkê Civata Kurd a Almanyayê Mehmet Tanrıverdi axivî û helwesta Almanyayê ya li hemberî Efrînê rexne kir.
Şahiya Newrozê bi Koma Muzîkê ya Mîkaîl Aslan berdewam kir.