Heta niha sê xwepêşanderên Navçeya Kesk canê xwe ji dest dane û çend xwepêşander jî birîndar bûne.
Li gor nûçeya K24ê, di xwepêşandanên Bexdayê de alozî derket û rêgirî li şopandina xwepêşandanan tê kirin, heta niha sê xwepêşanderên Navçeya Kesk canê xwe ji dest dane û çend xwepêşander jî birîndar bûne.
Peyamnêrê K24ê eşkere kir, di xwepêşandanên alîgirên Sedir de alozî derket, rêgirî li şopandina xwepêşandanan tê kirin û dest bi ser kelûpelên rojnamevana de hatiye girtin.
Herwiha ragihand, heta niha sê xwepêşanderan ji ber teqeyan canê xwe ji dest dan, çend xwepêşander jî birîndar bûn, di heman demê de gaza rondikrêj li dijî xwepêşanderan têne bikaranîn.
Îro duşemê 29ê Tebaxa 2022yan Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir destê xwe ji karê siyasî vekişand û piraniya sazî û dezgehên ser bi wê tevgerê ve girtin.
Sedir destnîşan kir, tevî ku wî destê xwe ji karê siyasî vekişandiye, lê Necef her dem wek lêvegereke mezin dimîne.
Her di çarçoveya vê biryarê de, Sedir daxwaz kir hemû sazî û dezgehên ser bi tevgera xwe ji bilî “Mezargeha Pîroz” û “Dezgeha Mîrateyên El-Sedir” werin girtin.
Ev biryara Sedir piştî wê tê, îro Kazim Haîrî ku bi lêvegerê Tevgera Sedir li Iraqê tê zanîn ragihand, ji ber nexweşiyê karîna wî nemaye karê olî bike û daxwaz ji alîgirên xwe kir, pabendî rênimayên Rêberê Îranê Elî Xamineyî bin.
Derbarê biryar Kazim Haîrî de, Muqteda Sedir got: “Ev biryara Haîrî ne ji îradeya wî ye.”
Piştî biryara Sedir ya destvekişandina ji karê siyasî, yekser berdevkê wî “Wezîrê Rêber” hesabên xwe yên li ser torên civakî girtin. Di heman demê de jî medyaya Iraqî ragihand, Komîteya Amadekar a xwepêşandanên Tevgera Sedirê karê xwe rawestand.