Li Bexdayê çavdêrekî sîyasî hat kuştin

Roja 06.07.2020ê êvari çavdêrê sîyasî yê navdar ê Iraqê û pisporê asayîşê nav bajarê Bexdayê Hîşam Haşimî hat kuştin.

Çavkanîyekî asayîşa Iraqê aşkera kir, Haşimî nav Bexdayê ji alîyê çekdarên nenas ve gule li serê wî hatîye dayîn û li gel geheştina nexwaşxaneya Îbn Nefîs jîyana xwe ji dest daye.

Li gor zanyarîyan çekdaran bi du motorsîkletan li taxa Zeyune ya Bexdayê li pêş mala wî Haşimî kuştine.

Haşmimî ku pisporê asayîş û çavdêrê sîyasî bû, temenê xwe yê 47 salîyê de îro hat kuştin, berî naha demekê jî rexne li milîsên Heşdî Şeibî kiribûn, ji ber navçeya Kesk a Bexdayê kirine armanc û balyozxaneya Amerîkayê dabûn ber mûşekan rexne kiribûn.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e