Di Encama burdûmana firokeyên şer ên Turkîyayê li devera Biradost hevwelatîyekê gundê Dêge, li navçeya Balekayetî jiyan xwe ji dest da û birayê wî jî bi dijwarî birîndar bû.
Di vê mehê de ev dûyem care xelkê sivîl ji alîyê firokeyênşer ên Turkîyayê dibin armanc û dihên burdûman kirin. Berê jî çendîn caran hevwelatîyên sivîl bûne armancên firokeyên Turkîyayê û xelkên bê gunah qurbanî bûne.
Nuçegihanê Kurdistan24 ragehand: bi bihaneya hebûna PKKyê ew dever bûye meydana şer û gundîyên wan deveran bacê didin.
Her divê çarçoveyê de duhî Firokeyên Turkîyayê çîyayê Qendîlê burdûman kirin û di encamê 4 hevwelatî şehîd bûn û heft jî birîndar bûn.