Li Brukselê Kurd ji bo piştevaniya Rojava li ber baregeha YEyê kom bûn

.

Li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li Brukselê li ber baregeha Yekîtiya Ewropayê kombûnek encam dan.

Li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li Brukselê li ber baregeha Yekîtiya Ewropayê kombûnek encam dan.

Îro Înê 6ê Çileya 2023yan, Kurdên li Ewropayê li ber baregeha sereke ya Yekîtiya Ewropayê li Bruksela paytexta Belçîkayê, li dijî leşkerkêşiya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê kombûnek rêk xist û Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn.

Yek ji rêkxerên kombûnê ji Kurdistan24ê re ragihand, ji aliyê çend deste û rêxistinên sivîl ve xwepêşandan hatiye lidarxistin û dixwazin dengê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bigihînin parlamenterên Ewropayê ji ber wê metirsiya ku li ser jiyan û xaka xelkê Rojavayê Kurdistanê heye.

Herwiha îro li ser daxwaza çalakvanên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, li 22 navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê xwepêşandan li dijî hevnêzîkbûna Enqere û Şamê hatin encamdan ku wek rêkeftina sêalî ya Moskowê tê nasîn.

Roja 30yê Berfanbara 2022yan, rojnameya “Al-Watan” a Sûrî ji ser zarê jêderekî agahdar tekez kiribû ku atmosfera civîna sêalî ya ku li Moskowê û di bin çavdêriya Rûsyayê de hatiye kirin, encama çend hevdîtinên ku berê di navbera dezgehên îstixbaratî yên Tirkiye û Sûriyê de hatibûn kirin bû. Li ser çend xalan di navbera her du aliyan de hat lihevkirin, bi awayekî ku merc û berjewendiya Şamê pêk bîne, ya herî girîng jî, vekişandina hêzên Tirkiyê ji hemû axa Sûriyê ye.

Nûçe: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'