Wesîla Torî / Bîanet
Apê Fesîh nêzî 40 sal in kurtanan didirû. Ew, yek ji wan kesê ku qet û qet ji insanan hez nake û ji ber wê, deriyê dikana wî ya kurtanan vekirî be jî dema yek bang dike wî, dengê xwe dernaxe.
Germa havîna Amedê hêdî hêdî rûyê xwe yê ku mirovan diperitîne nîşan dide. Diya min ji bo germa li ber tavê digot; “Weeeww vê tavê te qijilandî ye.” Erê êdî rojên ku em li ber tavê bên qijilandin destpê kirin li Amedê. Jixwe ji ber vê germa fetisînokî di mehên havînê de, amedî xwe diavêjin ber dîwarên Sûran û xwe ji germe diparêzin. Ma ka ev hînkayiya li ber van keviran li ku heye? Hînkayîya wê, mîna hinkayiya şikeftên berê ye.
Hasil û kelam min jî hewara xwe gihande hînkayiya Sûran û ji wir jî ber bi Balikçilar û Çarşiya Şewitî ve meşiyam. Li ber devê çarşiya Şewitî, dikana kurtanan a Apê Fesîh (Sûrmelî) heye. Ez derbasî nav dikana Apê Fesîh bûm. Apê Fesîh nêzî 40 sal in kurtanan didirû. Ew, yek ji wan kesê ku qet û qet ji insanan hez nake û ji ber wê, deriyê dikana wî ya kurtanan vekirî be jî dema yek bang dike wî, dengê xwe dernaxe. Lê ev nêzî 3 salan e ku ez Apê Fesîh nas dikim. Dema diçim Derê Çiyê, gelek caran ez bêyî çaya wî vexwim, ji Çarşiya Şewitî dernakevim. Vêce her çiqas ku ew dibêje “Ez ji insanan hes nakim û naxwazim wan bibinim” jî, yekî pir beşer vekiriye û bêyî çayê îkram neke, tu kesî ji dikana xwe naşîne.
Berê, her tişt li ser pişta ker û hespan bû
Ka em werin ser meseleya kurtanên kerê û kurtançêkeriya Apê Fesîh. Jixwe tê zanîn ku karê kurtançêkirinê bêyî keran nameşe. Ka ku ker, hêstir, qantir, hesp û hwd nebin dê kurtan ji çire û ji bo çi bên çêkirin an jî firotinê. Bazara kurtanan bi hebûna keran ve girêdayiye. Apê Fesîh di axaftinên xwe yên berê de digot: “ Ma heyra ka êdî li ber deriyê her kesî erebe hene. Dê kê çi bike ji keran? Êdî ti kes karê xwe jî bi wan nake. Berê ji gundan, xelkê ji bo ker, hesp û qantiran kurtan dixwestin. Yanê berê ewqas erebe tunebûn. Her tişt li ser pişta ker, hesp û qantiran diçû dihat. Niha pîkap, motorsiklêt û filan tişt di nav gundan de tijî ne. Ti kes êdî qîma xwe bi wan nayne.”
“Sal bi sal xwezî bi par”
Apê Fesîh ji navçeya Amedê ya Hazroyê ye. Dirûtina kurtanan ji Apê xwe hîn bûye. Bi qewlê wî, berê li Lîceyê gelek kes, li ber destê ermenekî karê kurtançêkirinê hîn dibûn. Ew bixwe jî piştî ku ji Apê xwe hîn bûye, hewld daye hînî zarokên xwe jî bike. Lê ne zarokên wî ne jî kesê li derdora wî, naxwazin vî karî hîn bibin:
“30 sal berê bi ya min re tenê li Amedê ji 10 dikanên kurtan lê dihatin dirûtin hebûn. Beriya min ji 50yî zêdetir dikan hebûn. Lê niha halê hazir ez tenê me. Meseleya kurtançêkirinê jî sal bi sal xwezî bi par e. Çêkirina wan, kedeke mezin dixwaze lê her kes nikare bikeve bin vî barî.”
“Zivistanan kar pir hindik e”
Li gor agahiyên ku Apê Fesîh bi min re parve kir, karê firotina kurtanan herî zêde di her sê mehên havînê û kêm caran jî di payîzê de zêde dibe. Havînan di nav rez û bostanan de her kes diçe firingiyên xwe, sebze û fêkiyên xwe didin hev û li pişta ker û hespên xwe dikin. Ji ber vê jî havîna kurtan lazim dibin an jî yên li ser pişta keran dirizin. Îca gundî jî tên kincên ker û hespên xwe nû dikin. Lê zivistanan kurtan qet ne tên firotin ne jî ew dikare wan bidirû. Kurtanên çê dike, li pişta pikaba ku kirêkirî bar dike û berê xwe dide gundên navçeyên wek Mêrdîn, Êlih, Elezîz, Riha û Dîlokê.
Zor û zahmetiyên kurtançêkirinê
Her parçeyekî qûmaş, kulav, xalîçe û benên ji bo kurtanan, ji bajarên wek Bedlîs, Konya, Riha û hwd. tên. Tenê ji bo kurtanekî Apê Fesîh 15 parçeyan tîne ber hev û bi wî awayî wan çêdike.
Bi van gotinan behsa zahmetiyên kurtançêkirinê kir: “Dema ez dest bi dirûtinê dikim toz û dûmana pûş bi ser dikanê dikeve. Ev hemû bi xwe re nexweşiyan jî tîne. Dû birayên hev hebûn, li Eglê ev kar dikirin. Her dû jî ji ber nexweşiyên nefesê, ji ber toza kurtanan mir in. Yekî ermen jî hebû, min ew nas dikir. Ew jî di ber vî karî de nexweş ket û çû ber dilovaniya Xwûdê.”
Ji ber qeyrana aborî bûhayê kurtanan jî zêde bûye
Apê Fesîh li gor malzemeyên di kurtanan de bi kar tîne bûhayên wan diyar dike. Lê ji ber qeyrana aborî ya heyî, hem bûhayê pûş, qûmaş, kulav zêde bûye hem jî ji ber ku ‘bûhayê benzînê firiyaye’ zêde kar nake. Bûhayê kurtanekî ji 750 TLyî destpê dike heta 3 hezarî jî diçe. Yê herî bûha ku bi 3 hezarî dide jî ji bo qantiran e. Ji ber ku pir zêde malzeme lê diçin ji yên din bûhatir e.
“Mirov benîşt bifroşê ji karê kurtanan baştir e”
Apê Fesîh piştî ku qala bûhabûna benzînê kir qûtiya xwe ya titûnê ji berîka xwe derxist û cixareya xwe peçe û got: “Xwarzê ew kar li vî xisarî dernakeve. Tu dizanî, ez havîna xwe li vê dikanê bi çêkirina kurtanan derbas dikim. Vêce dema dibe payîz, ez wî pereyî li mazota pîkaba kirêkirî, dixim û têm rûdinim mala xwe. Tû benîşt bifroşî ji vî karî baştir e.” Ez jî bi van gotinên Apê Fesîh gelekî xemgîn bûm. Ji ber ku dê ev çanda çêkirina kurtanan ber bi tunebûnê ve here.