Li Cerablusê êrişa bi mûşekan: 5 kuştî, 14 birîndar

Li Cerablusê êrişa bi mûşekan: 5 kuştî, 14 birîndar

Li bazara sûtemeniyê li gundê el-Kosa li başûrê bajarê Cerablusê ku dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistanê şeva derbasbûyî êrîşeke bi mûşekan pêk hat.

Li gor çavkaniyên xwecihî, êrîş bi rokêtan hatiye encamdan û bûye sedema teqîn û şewatên mezin.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirine ku ji encama êrîşê, ji bilî zerer û ziyanên maddî yên pir mezin, 5 kes hatine kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûne.

Çavkaniyên nêzîk ji opozisyona Sûriyê dibêjin ku tê texmînkirin hêzên Rûsî ji binkeya Himêmîmê bi rokêtên dûravêj ew bazar û rafînerên sûtemeniyê kiribûn armanc.

Li heta niha tu aliyekî daxuyaniyên fermî derbarê vê êrîşê de nedane û ne jî tu aliyekî bepirsatiya wê li xwe girtiye. Bajarê Cerablusê niha di bin destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve de ye.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes