Di 1ê tebaxê de li bajarê Çewlîgê (Bingol) li Kurdistana Bakûr, di encama teqînekê de herî kêm 6 polîsên Tirkiyê jiyana xwe ji dest da.
15 km dûrê bajarê Çewlîgê, dema panzêra polîsên taybet derbas bûye, teqînek qewimîye. Li gor waliyê Çewlîgê bûyer di encama teqîna otomobîleke bombekirî de qewimiye.
Di bûyerê de herî kêm 6 polîs hatine kuştin û 4 polîs jî birîndar bûne ku ji wan 2 polîs rewşa wan giran in.