Li Çewlikê erdhej çêbû: Çend bajarên Bakurê Kurdistanê hejiyan

.

Li bajarê Çewlikê yê Bakurê Kurdistanê danê sibehê erdhejeke bi tundiya 4,8 pile çêbû ku li hejmarek bajarên din jî bû sedema tirsê.

Serokatiya Afat û Rewşên Lezgîn AFADê ragihand ku li navçeya Yedisu ya Çewlikê li demjimêr 02:28an erdhejeke bi hêza 4,8 rû daye.

Hate ragihandin ku li bajarên Diyarbekir, Xarpêt, Meletî, Dêrsim, Batman û Erziromê jî hest bi erdhejê hatiye kirin.

Parêzgariya Çewlikê eşkere kir ku li gorî lêgerîn û lêkolînên wan ti ziyaneke canî û madî di encama wê erdhejê de çênebûye.

Kurdistan Haberleri

15 hezar mamoste tên tayînkirin: Ji Kurdî re 6 kontenjan hatine veqetandin!
Amerîkayê bangî welatiyên xwe kir: Sûriyeyê biterikînin
BCFê alîkariya pere da 125 xwendekarên Efrînê
49 leşkerên Kurd çûn başûrê Kerkûkê
Qubad Talebanî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê civiyan