Biryar e sibê dadgehkirina endamekî DAIŞê ku li bajarê Frankfurt ê Almanyayê bi tometa jenosîdê dijî Kurdên Êzidî tê dadgehkirin bidawê dibe. Ev yekem car e ku çekdarekî DAIŞê bi tometa“jenosîda Kurdên Êzidî” tê darizandin.
Welatiyê Iraqî Taha el Cumelî ji aliyê dozgerên federal ên Almanyayê ve bi jenosîdkirina Êzidiyan tê tawanbarkirin. Taha el Cumelî yekem kes e ku li Almanyayê ji ber "jenosîda li dijî Êzidiyan" tê darizandin.
Çekdarên DAIŞê di êrîşa xwe ya li ser Şingalê ya di Tebaxa 2014an de nêzîkî 10 hezar mêrên Kurdên Êzidî qetil kirin û 7 hezar jin û keç revandin û weke kole bikar anîn.
Dozgerên Almanî dibêjin, çekdarê DAIŞê Taha el Cumelî di sala 2015an de keçeke Êzidî û dayika wê kire kole, piştre zaroka 5 salî bi îşkence kuştiye.
Rêvebira palpiştiya Yasayî li Rêxistina Yazdayê li Amerîkayê Natia Navrouzov ku li ser tawanên dijî Kurdên Êzidî kar dike, got: "Eger Dadgeha Frankfurtê Taha bi jenosîdê sûcdar bibîne, ev dê bibe cara yekem ku dadgeh biryarê dide ku tawanên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin li dijî Êzidiyan jenosîd e.”
Navrouzov diyar dike ku her çend tawanên li dijî Kurdên Êzidî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û hin saziyên din ên navneteweyî ve weke jenosîd an jî di asta jenosîdê hatibe qebûlkirin jî, lê beriya niha ji aliyê dadgeheke ve bi fermî nehatiye pejirandin.
Navrouzov ji Euronewsê re got: "Ev biryar dê ji bo qurbaniyan bi rastî biryarek bêhempa be. Hûn jî dizanin, ew 7 sal in li benda vê biryarê ne. Ji ber vê yekê dê ji bo me bibe pêngaveke gelek girîng.”
Taha el Cumelî, ku dadgehkirina wî cara ewil di Nîsana 2020an de dest pê kir, eger weke tawanbar were dîtin, dê bi zindana heta hetayê were cezakirin.
Cumaîlî bi "endamtiya rêxistina terorê, jenosîd, tawanên li dijî mirovahiyê, kuştin û bazirganiya mirovan" tê tohmetbarkirin.
Parêzerê Taha el Cumeyîlî yên bi navê Serkan Alkan û Martin Heising îdiayên derbarê wî de red dikin.
Serkan Alkan wiha got: "Ji ber ku em difikirin ku muwekîlê me wekî nûnerê sûcên DAIŞê tê bikaranîn."
Bi gotina Alkan, agahiyên kêm in û ew dibêje: "Ne diyar e ku kuştî hene an na. Di destê me de delîlên berbiçav tune. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku pêwîstiyên hiqûqa tawanên navneteweyî bi ti awayî nayên bicihanîn.”
Komkujiya Şingalê
Destpêka Tebaxa sala 2014an de, çekdarên Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê naskirî bi DAIŞê êrişî sînorê qezaya Şingalê û derdora wê kirin û li hember Kurdên Êzidî ku niştecihên wan deveran in, komkujiyeke mezin pêk anîn.
Çekdarên DAIŞê nêzîkî 10 hezar mêrên Kurdên Êzidî qetil kirin û 7 hezar jin û keç revandin.
Heta niha jî zêdeyî 2 hezar û 500 Kudên Êzidî, çarenivîsa wan ne diyar e.
Şingal di 13ê Cotmeha 2015an de bi operasyonek a bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin.
Hewldanên Herêma Kurdistanê
Hewldanên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wê yekê ku komkujiya Kurdên Êzdî li ser asta parlamentoyên welatan wek jenosîd bê naskirin berdewam in.
Bi biryara serokweîzrê Herêma Kurdistanê wê demê Nêçîrvan Barzanî di sala 2014an de Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî li Duhokê hat damezrandin û heta niha jî dirêjiyê dide karên xwe.
Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî, ji tevaya 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî ku hatine revandin, 3 hezar û 545 kes ji wan hatine rizgarkirin, ku ji 1 hezar û 205 jin, 339 zilam û 45 zarokên keç û 956 zarokên kur, pêk tên. Herwiha heta niha çarenivîsa hejmareke ji wan ne diyar e.
Parlamentoya Kurdistanê di 3 Tebaxa 2019an de ew tawan wek jenosîd nasandiye, herwiha Parlamentoya Iraqê jî îsal di çarçoveya yasaya rizgarbûna jinên Êzdî de, wek jenosîd amaje bi dosyeyê kiriye.
Adara îsal jî, Serokomarê Iraqê biryara qerebûkirina jinên Êzidî yên rizgarbûyî pesend kir, piştî ku ji aliyê parlementoya Iraqê ve, deng li ser hate dan.
Belcîka û Holandê komkujî weke jenosîd qebûl kirine
Parlementoya herdu welatên Holand û Belcîkayê komkujiya Kurdên Êzdî ya ji aliyê rêxistina DAIŞê ve weke jenosîd nasandine.
Parlementoya Belcîkayê 15ê Tîrmeha 2021ê, ji bo bi fermî naskirina komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd, civiya û ew proje pesend kir.
Parlamentoya Belçîkayê duyemîn parlamento bû piştî Parlamentoya Holandayê ku ew komkujiyê weke jenosîd nas dike.
Parlamentoya Holandê jî roja 6ê Tîrmeha 2021 bi biryarekê komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd dabû naskirin.
Hewldanên navnetwî
Li ser asta navdewletî hewldan bo şopandina tawanên DAIŞê, ji wan jî komkujiya Êzdiyan berdewam in. Ya herî diyar biryara hejmar 2379 a Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî bû di Îlona 2017an de ku tîma lêkolînên li ser tawanên DAIŞê (UNITAD) hat pêkanîn.
UNITADê heta niha şeş raport pêşkêşî Encûmena Asayîşê kirine, bala UNITADê li ser şopandina komkujiya Speicher, êrîşa ser Kurdên Êzdî, tawanên DAIŞê li Mûsilê, tawanên DAIŞê li dijî Kakeyî, Krîstiyan, Şebek, Turkmen, Şîe û Sunne ye.
Tîma UNITADê heta niha 23.9 terabayt data kom kirine. Ji wan du milyon data peywendiyên telefonî ne, ku peywendiya wan bi tawanên DAIŞê yên li dijî civaka Kurdên Êzdî li Şingalê heye.
Ji ber ku Iraq ne endamê Dadgeha Tawanên Navdewletî ye, lewra Kurdên Êzdî nikarin hewara xwe bighînin Dadgeha Lahayê, tenê hêviya wan raportên UNITADê ne, ku amaje bikomkuştina Êzdiyan daye, daku dosyeya wan li ser asta navdewletî wek jenosîd bê naskirin.
Rûdaw