Artêşa Tirk, li Cindirêsa Efrînê bi balafirên şerî komkujiyek pêk anî. Hate ragihandin di encama bomberana balafirên tirkan de 3 jê zarok herî kêm 13 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku balafirên şerî ên tirk, îro serê sibê, li Cindirêsê, cihûwarên sivîl bombebaran kir. Di encama êrîşa dewleta tirk de hin sivîl şehîd bûn, hin ji sivîlan jî birîndar in.