Li Ciwanroyê agirê Newrozê hat pêxistin

.

 Li bajarê Ciwanroyê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi amadebûna bi hezaran kesan agirê Newrozê hat pêxistin.

Li bajarê Ciwanroyê bi stran, govend û çalakiyên cuda Cejna Newrozê hat pîrozkirin.

Bi hezaran kes ji bajar û deverên din ên Kirmanşanê çûn Ciwanroyê û xetîrên agir bilind kirin û paşê jî agirê Newrozê pêxist.

Keç û xortên Kurd bi cil û bergên Kurdî dîlana Newrozê gerand.

Bi gotina organîzatorên şahiyê, nêzîkî 20 hezar kesî di şahiya Newrozê de amade bûn.

Li gorî zanyariyên Rûdawê jî hin kesên tundrew ên olî çûn wê deverê û wan xwest rê li ber şahiya Newrozê bigirin.

Lê xelkê rê li ber wan kesan girt û Newroza xwe bi coş pîroz kir.

Îsal ji ber ku 21ê Adarê dikeve meha Remezanê, xelkê herêmê ji dema wê zûtir dest bi çalakiyên pîrozbahiyan kir.

Siyaset Haberleri

NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e
Hasan Oktay: DEM Partî dê di nav hikûmetê de cih bigire
Li bajarê Urmiyê, hêzên Îranê Kurdê bi navê Muhammed Husseyinzadeh kuşt