Li Çiyayê Gabarê daristan hîna dişewite

.

Ew cihê ku agir lê derketiye, demeke berê weke “herêma taybet a ewlehiyê” hatibû ragihandin.

Agirê ku duh serê sibê li Çiyayê Gabarê derketiye, dewam dike. Agir li nêzîkî navçeya Basan a Şirnexê bi daristanê ketiye.

Li gorî nûçeya MAyê, ji ber bayî, agir belav bûye û heta niha ji bo vemirandinê ti tiştek nehatiye kirin.

Agirê ku du roj in dewam dike, ber bi goristana gundê Bûnisrayê ve belav dibe. Gundê Bûnisrayê di salên 1990î de hatibû valakirin.

Beriya demekê ew cihê ku agir lê derketiye, weke “herêma taybet a ewlehiyê” hatibû ragihandin û çûn û hatina sivîlan hatibû qedexekirin.

Kurdistan Haberleri

Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê bi dirûşma 'Dîsa Govend' dest pê dike
Bazirgan dixwazin deriyê Nisêbîn û Qamişloyê vebe: ‘Me bêriya hev kiriye’
Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê li hev civiyan
12 eyaletên Dewletên Yekbûyî ji bo rawestandina bacên bilind doz vekirin