Li Çiyayê Goyjeyê yê Silêmaniyê agir bi daristanê ket û di encamê de zêdetirî 200 donim daritan şewitî.
Li Çiyayê Goyjeyê îro sibehê li daristanê şewat derket û bi bayê re agir berfireh bû.
Qeymeqamê Silêmaniyê Awat Mihemed bi çavên tijî girî behsa şewata Çiyayê Goyjeyê kir û got:
“Ez nizanim çi bêjim. Bi salan e şirket, tîmên daristanan û aliyên din hewl didin vê daristanê biparêzin, lê ji nişka ve agir derket û şewitî. Em sedema derketina agir nizanin.”
Qeymeqamê Silêmaniyê da zanîn ku ji bo pêşîgirtina li van bûyeran hewldaneke mezin daye û gelek şewat derketine lê sedema wan nizanin.
Li gorî qeymeqam, gelek darên ku di çar salên dawî de hatine çandin û avdan şewitîne.
Brêveberê Daristanan ê Silêmaniyê Hewka Celal jî diyar kir ku aigr îro sibehê derketiye û di demeke Kurd de belav bûye.
Hewkar Celal got, “Li gorî texmînên me zêdetirî 200 donim daritan şewitiye.”