Wezerata Parêzvanî ya yê Tirkiyê ragihand, li parêzgeha Colemêrgê 2 leşkerên wan hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.
Wezerata Parêzvanî yê Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, hêzên PKKê li ser rêyekê leşkerên wan xistine pusuyê û pêşiya wan girtine. Piştî vê yekê şer derketiye.di encamê de 2 leşker hatine kuştin û leşkerekî din jî birîndar bûye.
Da zanîn jî, leşkerên ku hatine kuştin rakirine morga nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Li gorî agahiyên herêmî jî, nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê, ji sivîlan re hatiye girtin.