Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji ber çalakiyên gerîlayên PKKê li 30 deverên ser bi Colemêrg û navçeyên wê Şemzînan, Çelê û Geverê ve weke "herêma ewlehiya taybet" hatine destnîşankirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji hemû êrîş û gefên PKKê parastina dewletê di çarçoveya yasayan de da çi hewce be dê bikin.
30 deverên li navenda bajêr û ser Şemzînan, Çelê û Geverê ji 6ê îlonê pê ve heta 20ê îlonê wekî "herêma ewlehiya taybet" hatin îlankirin.
Ji welatiyan hat xwestin ku bila bêdestûr neçin deverên ku wek herêma ewlehiya taybet hatine ragihandin.
Bi kiryarên dewleta Tirkiyê yên bi vî awayî, xelkê deverê taybetî jî kesên karên ajelvanî û çandiniyê dikin tûşî tengaviyan dibin û nikarin tekevin herêmên xwe.