Li Colemêrgê 30 kes hatin desteserkirin

.

 Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, îro nêzîkî 30 kesî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.

Li navenda Colemêrgê û navçeyên wê Gever û Çelê îro sibehê polîsan di operasyoneke hevdem de bi ser gelek malan de girt.

Di operasyonê de ji ber sedemeke nediyar nêzîkî 30 kesî hatin desteserkirin.

Kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Colemêrgê.

Hat zanîn ku di nav kesên desteserkirî de Dayikên Şemiyê jî hene.

Di nav kesên ku hatine desteserkirin de Seher Karagoz, Hemail Vural, Mahsuma Akın, Feride Agralı, Emine Ozdel, Suheyla Saygı û Fatma Bulut hene.

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e