Navenda Nûçeyan - Parêzgerîya Colemerêgê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku li seranserê bajêr, çalakîyên wekî mîtîng, civîn, meş, daxuyanî, konser û şahîyên bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.
Parêzgerîyê bi daxuyanîyeke ragihand ku li serasnerê Colemêrgê ji îro Sêşemê 28ê Nîsanê heya 12ê Gulanê her cure çalakî, xwepêşandan, mîtîng, daxuyanîyên çapemenîyê, vekirina stand û konan, konser, belavkirina belavokan û hwd. hatine qedexekirin.